Rapora Neteweyên Yekbûyî: "Qebareya bazirganiya cîhanî dikare bibe 32 trîlyon dolar"

14 December 2022 12:13 0 dîtin
Rapora Neteweyên Yekbûyî: "Qebareya bazirganiya cîhanî dikare bibe 32 trîlyon dolar"

PeyamaKurd Rapora Trendên Bazirganiya Gerdûnî ya 2022-an ji hêla Konferansa Bazirganî û Pêşkeftinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNCTAD) ve hate weşandin. Li gorî vê yekê hat destnîşankirin, heta dawiya sala 2022an qebareya bazirganiya cîhanî wê derkeve asta 32 trîlyon dolarî.

Di Rapora Trendên Bazirganî ya Cîhanî ya sala 2022an a Konferansa Bazirganî û Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî de, tekezî li ser wê yekê hat kirin ku tevî kêmbûna sivikbûna bazirganiya cîhanî di nîvê duyemîn a îsal de, pêşveçûna qebareya bazirganiya cîhanî di tevahiya salê de aram ma.

Li gor raporta belavbûyî, xerabûna rewşa aborî û zêdekirina bêewlehiyê li gelek welatan, di nîvê duyem a sala 2022an de bû sedema kêmbûna geşepêdanê, lê tevî vê yekê, hat pêşbînîkirin ku heta dawiya salê qebareya bazirganiya cîhanî bigihêje 32 trîlyon dolarî.

Di rapora Neteweyên Yekbûyî de hat destnîşankirin, bazirganiya kelûpelan di çaryeka sêyemîn a 2022an de ji sedî 1 kêm bû, di çaryeka duyemîn de bazirganiya xizmetguzariyê ji sedî 1,3 zêde bû.

Di raporê de her wiha hat diyarkirin ku di çaryeka çaremîn a salê de nirxê bazirganiya mal û xizmetan a cîhanê wê kêm bibe.