Rapora Neteweyên Yekbûyî: Wê 59 milyon zarok û ciwan bimirin!

10 January 2023 22:03 0 dîtin
Rapora Neteweyên Yekbûyî: Wê 59 milyon zarok û ciwan bimirin!

PeyamaKurd - Neteweyên Yekbûyî (NY) di raporek li ser rewşa zarok û ciwanan li seranserê cîhanê belav kir û tê de ragihand, nêzî 5 milyon zarok beriya bibin 5 salî, jiyana xwe ji dest dane

Di raporê de hat destnîşankirin; “Eger tedbîr neyên girtin, heta sala 2030an nêzî 59 milyon zarok û ciwan wê bimirin.”

Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe de da zanîn,. di sala 2021ê de 5 milyon zarok beriya bibin 5 salî jiyana xwe ji dest dane û herwiha 2 milyon û 100 hezar zarok û ciwan  jî di temenê 5 heya 24 saliyê de jiyana xwe ji det dane.

Li gorî amarên NY di nava 4 saniyeyan de zarokek yan jî ciwanek jiyana xwe ji dest dide.

Di dewama raporê de hatiye eşkere kirin ku di sala 2021ê de 9 milyon û 100 hezar zarok mirî ji dayîk bûne û tê gotin, bi rêya girîngîpêdana tenduristiyê rêjeya van mirinan dikare bê kêmkirin.