Trajediya li Lubnanê: Li gorî Neteweyên Yekbûyî jin û zarok bûne qurbaniyên bombebarana Îsraîlê

15 October 2024 14:19 0 dîtin
Trajediya li Lubnanê: Li gorî Neteweyên Yekbûyî jin û zarok bûne qurbaniyên bombebarana Îsraîlê

PeyamaKurd –  Komîseriya Bilind a Mafên Mirov a Neteweyên Yekbûyî îro ragihand ku îro ji ber bombebarana Îsraîlê ya bi ser avahiyeke bakurê Lubnanê de, piraniya 22 qurbaniyan jin û zarok bûne.

Nûnerê Komîseriya Bilind a Mafên Mirov a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) Jeremy Lawrence di civîneke çapemeniyê de li Cenevreyê di bersiva pirseke derbarê êrîşa duh de got: “Tiştê ku em hatine agahdarkirin ev e ku di nav 22 kuştiyan de 12 jin û 2 zarok hene.”

Wî di berdewama bersivên xwe de got: “Em fêm dikin ku ew avahiyeke sivîlan a çar qatî bû. Bi berçavgirtina van rastiyan, em ji Hiqûqa Însanî ya Navdewletî, qaîdeyên şer û prensîbên cihêkarî û hevsengiyê pir nîgeran in,” û bang kir “lêkolîneke bilez, serbixwe û berfireh" li ser êrîşa Îsraîlê bê kirin.

Rayedarên Lubnanê duh ragihandin ku di êrîşa Îsraîlê de 21 kes mirine.

Li gorî wênegirekî AFPyê, avahiya ku bû hedef, hat hilweşandin

Piştî çend mehan ji şer û pevçûnên sînorî di navbera Îsraîl û Hizbullah, hevalbenda Hemasa Filistînî, artêşa Îsraîlî di 23yê Îlonê de êrişên asmanî li Lubnanê zêde kirin û piştre di 30ê heman mehê de dest bi operasyonên bejayî li Lubnanê kirin.

Ajansên Neteweyên Yekbûyî radigihînin ku ew di gihandina alîkariyên mirovî bo Lubnanê de rastî astengiyan tên ku bûye sedema kêmasiyên mezin.

Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku artêşa Îsraîlê biryara valakirina %25ê Lubnanê daye.