Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî wê bi rojeva Lubnanê bicive

25 September 2024 10:47 0 dîtin
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî wê bi rojeva Lubnanê bicive

PeyamaKurd – Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) wê di nava hefteyekê de cara duyemîn bi civîneke awarte li ser geşedanên li Lubnanê bicive.

Li gor agahiya ku ji Nûnertiya Daîmî ya Slovenyayê Serokomarê Serdemê hat hildan, danişîn dê li gorî saeta herêmî di saet 18.00an de pêk were.

Axaftina vekirinê wê ji aliyê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ve bê kirin.

Rûniştina awarte ji aliyê Fransa ve hat xwestin. Li ser daxwaza Cezayîrê 20ê Îlonê KENY bi civîneke awarte civiya.