Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dê ji bo Sûriyeyê bicive

11 February 2025 16:11 0 dîtin
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dê ji bo Sûriyeyê bicive

PeyamaKurd – Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî sibê dê ji bo çareserkirina geşedanên li Sûriyeyê bicive.

Di civînê de Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Geir Pedersen dê li ser rewşa niha ya Sûriyeyê agahiyine berfireh bide.

Dawiya meha çileyê, berdevka Şanderê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî, Jennifer Fentonê ragihandibû ku hayê Pedersen ji daxuyaniyên dawî yên Şamê yên derbarê geşedanên demkî de heye.

Fentonê tekez kir, “Neteweyên Yekbûyî bi awayekî berdewam piştevaniya vê qonaxa demkî ya siyasî dike.” 

Di berdewamê de jî diyar kiribû: “Li gorî 2254ê ya Konseya Ewlekariyê, piştgiriya hikûmeteke demkî, amadekirina qanûnnameyeke nû û hilbijartinên azad û adil ên li Sûriyeyê dike.”