Lubnanê li dijî Îsraîlê serî li Neteweyên Yekbûyî da

28 October 2024 19:36 0 dîtin
Lubnanê li dijî Îsraîlê serî li Neteweyên Yekbûyî da

PeyamaKurd – Hikûmeta Lubnanê piştî êrîşa li dijî başûrê welat ku di encamê de sê rojnamevanan jiyana xwe ji dest da, serî li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî da.

Wezareta Karên Derve ya Lubnanê ragihand ku wan li ser erîşa dawî ya Îsraîlê ya li ser rojnamevan û navendên çapemeniyê serî li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî daye.

Wezaretê di serlêdanê de, ew êrîşa ku rojnamevanan can daye wekî tawana şer binav kir û daxwaz ji konseya ewlekariyê kir berpirsên êrîşên bên cezakirin.

Hêjayî gotinê ye, Îna borî di êrîşa Îsraîlê ya ser bajarokê Hasba ya Lubnanê de navendeke medyakaran hatibû hedefgirtin û 3 rojnamevanan can dabû ku ji bo şopandina şerê Hîzbullah û Îsraîlê li wir bûn.