Neteweyên Yekbûyî ji bo Afganên vegeriyane welat 10 milyon dolar terxan kir

21 November 2023 20:49 0 dîtin
Neteweyên Yekbûyî ji bo Afganên vegeriyane welat 10 milyon dolar terxan kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo welatiyên Afgan ên vegeriyane welatê xwe foneke 10 milyon dolaran veqetandiye.

Kordînatorê Alîkariyên Lezgîn di Karûbarên Mirovî yên Neteweyên Yekbûyî de, Martin Griffiths ragihand ku wan 10 milyon dolar fon ji bo Afganên vegeriyane Afganistanê terxan kiriye.

Griffiths, li ser medya civakî ragihand ku ji nîvê meha Îlonê ve zêdetirî 300 hezar Afgan ji ser Pakistanê vegeriyane Afganistanê.

Herwiha diyar kir ku ji bo wan kesên vegeriyane jî ji fona lezgîn a alîkariya taybet 10 milyon dolar hatey terxankirin ku dê ji bo pêdawîstiyên wan ên bingehîn bê xerckirin.