Neteweyên Yekbûyî Fransa bi wernegirtina welatiyên xwe yên li Rojava tawanbar kir
PeyamaKurd – Komîteya rêgirtina îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Fransa bi tundî rexne kir û ragihand ku hikûmeta Fransayê bi wernegirtina welatiyên xwe yên DAIŞî yên li Rojavayê Kurdistanê sûc dike.
Komîteya NY bi daxuyaniyekê ragihand ku wan biryar derxistiye ku Fransa peymana rêgirtina li îşkenceyê binpê dike û ji bo welatiyên fransî yên li Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê destnîşan kir, “Fransayê bi xemsariya xwe û bi zanebûn tercîh kiriye ku wan zarok û dayikên herêmên şer terk bike.”
Hêjayî gotinê ye, beriya niha Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Komîteya Zarokan a NY jî Fransa ji ber wernegirtina welatiyên xwe yên malbatên DAIŞê bi binpêkirina mafên mirovan tawanbara kiribû.
Her çiqas girêdayîneke fermî ya Fransayê bi biryara Komîteya NY tunebe jî pêwîste heta 90 rojan bersiva wan bide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin