Neteweyên Yekbûyî daxwaza bicihkirina hêza serbixwe li wî welatê kir

06 September 2024 19:03 0 dîtin
Neteweyên Yekbûyî daxwaza bicihkirina hêza serbixwe li wî welatê kir

PeyamaKurd – Li demeke ku şerê navxwe yê Sûdanê di navbera herdu hêzên artêşê de berdewam dike, Şanda Lêkolînkirina Rastiyan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Sûdanê raporeke ji 19 rûpelan pêk tê belav kir.

Di rapora NY de nêrînên 182 şahid û kesên ji şer rizgar bûne û malbatên wan hatine wergirtin û tê gotin: "Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn ku berpirsên êrîşên li ser sivîlan in, kiryarên îşkencekirin û girtina bi darê zorê kirine.”

Di raporê de hat destnîşankirin ku her du aliyan di çarçoveyeke berfireh de tawanên şer û yên dijmirovî kirine.

Herwiha ji bo parastina sivîlan banga bilez a belavkirina hêzeke serbixwe ya li Sûdanê hate kirin û hat diyarkirin ku kengî şandina çekan ber bi Sûdanê ve were rawestandin, wê demê şer bi dawî dibe.

Serokê şanda NY Mihemed Şandî Osman got ku ji bo parastina sivîlan divê bilez tedbîr bêne girtin.