Li dijî nûnertiya Neteweyên Yekbûyî êrîsa çekdarî: 20 leskerên hêza astiyê birîndar bûn

10 February 2021 19:39 0 dîtin
Li dijî nûnertiya Neteweyên Yekbûyî êrîsa çekdarî: 20 leskerên hêza astiyê birîndar bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 10ê Sibatê êrîşeke çekdar bi ser avahiya nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li welatê Maliyê hat kirin.

Li gorî zanyariyan êrîşa çekdarî ku nehatiye diyarkirin bê kîjan koma çekdar êrîş kiriye, li ser avahiya nûnertiya NY ya li herêma Moptî bajaroka Douentzayê pêk hatiye.

Berdevkê nûnertiya NY li Maliyê (MINUSMA) Olive Salgado, ragihand ku di encama êrîşê de 20 leşkerên hêza aştiyê yên Neteweyên Yekbûyî birîndar bûne.

Salgado da zanîn ku berpirsê MINUSMAyê êrîş bi tundî şermezar kiriye û ferman daye hemû tedbîr werin standin.

Li welatê Maliyê ji sala 2013an ve bêhtirî 14 hezar leşkerên hêza aştiyê dimînin.