Neteweyên Yekbûyî daxwaza çareseriyeke bilez a siyasî li aliyên Iraqê kir

30 January 2020 20:03 0 dîtin
Neteweyên Yekbûyî daxwaza çareseriyeke bilez a siyasî li aliyên Iraqê kir

PeyamaKurd - Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê xwepêşandanên berdewam ên Iraqê de daxuyaniyek belav kir û xwestd, çareseriyeke siyasî ya bilez were pêkanîn.

Nûnera Sekretêrê Giştî yê NY li Iraqê Jeanine Plasschaert, bi daxuyaniyekê ji aliyên siyasî daxwaz kir hewlên xwe zêde bikin ji bo gihîştina çareseriyeke siyasî.

Plasschaert da zanîn ku bikaranîna tûndûtûjiyê li hemberî xwepêşanderan krîzan çareser nake û bal kişand ser kuştina xwepêşanderan ji aliyê kesên nenas ve û wekî rewşeke metirsîdar bi nav kir.

Nûnera NY herwiha xwest ku hikûmeta Iraqê xwepêşanderan biparêze.

Li gorî amarên NY ji destpêka meha Cotmeha 2019an ve 467 xwepêşander hatine kuştin û zêdetirî 9 hezar xwepêşander jî birîndar bûne.