Neteweyên Yekbûyî bang li "wî welatî" kir!
PeyamaKurd – Piştî hilweşîna Bendava Kahovka, Neteweyên Yekbûyî (NY) ji Rûsyayê xwest ku bihêle derbasî herêmên di bin kontrola wê de bibin, da ku alîkariyên mirovî yên pêwîst bigihînin.
Koordînatora Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî li Ukraynayê Denise Brown di daxuyaniyekê de ragihand, piştî hilweşîna Bendava Kahovka li Ukraynayê di gihandina bi bandor a alîkariyên mirovî de bi hikûmetên Ukrayna û Rûsyayê re hevkarî kirine.
Brown got, "Hikûmeta Federasyona Rûsyayê heta niha daxwaza me ya ji bo gihîştina herêmên di bin kontrola wê ya leşkerî ya demkî de red kiriye."
Brown diyar kir, "Em ji rayedarên Rûsyayê daxwaz dikin ku bi erkên xwe yên li gorî qanûnên mirovî yên navneteweyî tevbigerin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin