Hejmara mamoste û dibistanan li gor sala borî kêm bûye
PeyamaKurd - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li gor sala borî li dibistanên seretayî û navendî hejmara xwendekaran zêde bûye û hejmara mamosteyan kêm bûye.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUIK), di çarçoceya “Amarên 100 Salî” de hejmara dibistan, mamoste û xwendekaran eşkere kir.
Li gorî daneyên TUIKê, li dibistanên seretayî li gorî sala borî hejmara mamosteyan ji 310 hezar û 477an daketiye 299 hezar û 967an. Hejmara xwendekaran jî ji 5 milyon û 433 hezaran bûye 5 milyon û 535 hezar.
Li dibistanên navendî jî li gor sala borî hejmara mamosteyan ji 376 hezar û 747an daketiye 372 hezar û 536an. Li heman dibistanan hejmara xwendekaran jî ji 5 milyon û 293 hezaran bûye 5 milyon û 524 hezar. Herwiha hejmara dibistanên navendî ji 18 hezar û 936an daketiye 18 hezar û 907an.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin