2 servanên HSDê di teqînekê de li Reqayê jiyana xwe ji dest dan
PeyamaKurd - 2 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di encama teqînekê li gundewarê Reqayê de jiyana xwe ji dest dan.
Medyaya nêzîkî opozîsyona Sûriyê li ser zarê berpirsekî HSDê belav kir, li ser riya gundê Hos ê li rojhilatê Reqayê bomebeyek di nava otombîleke şervanên HSDê de teqiya.
Di wê daxuyaniyê de hat kirin, di encama teqînê de 2 şervanên HSDê jiyana xwe ji dest dan û 4 şervanên din jî birîndar bûn.
Li gor hatiye nûçeyê, şervanên HSDê yên jiyana xwe ji dest dane, xelkê Dêrazorê bûne.
HSDê heya niha derbarê vê buyerê de tu daxuyanî belav nekiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin