Li Dêrazorê 4 servanên HSDê jiyana xwe ji dest dan

06 January 2020 13:41 0 dîtin
Li Dêrazorê 4 servanên HSDê jiyana xwe ji dest dan

PeyamaKurd - Di encama teqîna bombeyeke vedayî de li gundewarê Dêrazorê, 3 şervanên HSDê jiyana xwe ji dest dan, di êrîşeke din de jî şervanekî HSDê hat kuştin.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) belav kir, li ser riya bajarokê Hewayic yê rojavayê Dêrazorê, bombeyeke vedayî di nava şervanên HSDê de teqiya û di encamê de 3 şervanan jiyana xwe ji dest dan û 3 şervanên din jî birîndar bûn.

SOHRê ragihand, di êrîşeke terırîstên DAIŞê li ser tankerên petrolê de li nêzîkî kêlgeha petrolê Efîf ya li bakurê Dêrazorê, şervanekî HSDê jşyana xwe ji dest da û şervanek jî birîndar bûbû.

Li gor hin pisporan, êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, derfet da DAIŞ ku ji nû ve liv û tevgerên xwe zêde bike.