Li Dêrazorê 3 servanên HSDê di teqînekê de hatin kustin

07 June 2019 13:02 0 dîtin
Li Dêrazorê 3 servanên HSDê di teqînekê de hatin kustin

PeyamaKurd - 3 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li gundewarê Dêrazorê di encama teqîna bombeyekê de hatin kuştin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Mafên a Sûriyê belav kir, li gundê Şihêl yê Dêrazorê di encama teqîna bombeyekê bi otombîla şervanên HSDê de, 3 şervanên HSDê canê xwe jidest dan.

Li gor zanyariyên wê rêxistinê, ew teqîn ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibû kirin.Ta niha HSDê di derbarê wê teqînê û ziyanên wê de ti daxuyanî nedaye.

Di 23 Adara derbasbûyî de dawî navçeya di bin kontrola DAIŞê de li gundewarê Dêrazorê ji aliyê HSDê ve hatibû kontrolkirin û ji wê demê ve çendîn teqîn hatine kirin û hejmarek ji welatîyên sivîl û şervanên HSDê canê xwe ji dest dane.