Li Reqayê êrisî hêzên HSDê kirin: 4 Servanan jiyana xwe ji dest dan
PeyamaKurd – Li gundê Ebû Sûsê yê girêdayî bajarê Reqayê li Sûriyê li dijî karwaneke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) êrîşeke bombeyî pêk hat û di encama wê êrişê de 4 şervanên HSDê jiyana xwe ji dest û 9 jî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyên berdest, di wê bûyerê de 4 şervanên HSDê canê xwe ji dest dan û 9 jî birîndar bûn. 4 wesayît zirar û ziyaneke mezin dîtin.
Heta niha tu hêzê berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe. HSDê jî heta niha tu daxuyanî nedaye.
Hêjayî gotinê ye ku hêzên HSDê li Rojava û bakurê Sûriyê bi piştgiriya Amerîkayê li dijî DAIŞê têdikoşe û gelek herêm kontrol kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin