Komên çekdar ên girêdayî Tehranê li Dêrezorê hêrisî dewriyeya HSDê kirin
PeyamaKurd - Rîwangeya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li Dêrezorê, di navbera komên çekdar ên girêdayî Îranê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de şer û pevçûn rû dane û di encamê de herî kêm endamekî HSDê jiyana xwe ji dest daye.
SOHRê da zanîn ku komên çekdar li bajarokê Suweydayê, bi roketên dozînî û çekên dûravêj hêrişî dewriyeyeke HSDê kirine.
Li gorî SOHRê di hêrişê de endamekî HSDê jiyana xwe ji dest daye û yek jî birîndar bûye.
HSD, wek hêza bejayî ya hevkara Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê Rojavayê Kurdistanê û ziviyên neftê yên sereke yên wek Omer û Conocoyê kontrol dike.
Kontrolkirina bajarê Dêrezorê yê li ser sînorê Iraqê di navbera HSDê û rejîma Sûriyeyê de hatiye dabeşkirin.
Herêmên di bin kontrola rejîma Sûriyeyê û di bin kontrola HSDê de, bi çemê Firatê ji hev vediqetin.
Li van herêman carcaran komên çekdar ên girêdayî rejîma Îranê li dijî baregehên HSDê û yên Hevpeymaniya Navneteweyî hêrişan pêk tînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin