Meslîsa Leskerî ya Dêrezorê bîlançoya hêrisên komên çekdar askere kir
PeyamaKurd - Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku li Dêrezorê 25 çekdarên komên Hikumeta Sûriyeyê û çekdarên Dîfa El Weteniyê hatine kuştin.
Çekdarên komên girêdayî rejîma Sûriyeyê ji şeva çarşema borî heta sibeha pêncşemê li Dêrezorê hêrişî çend deverên cuda kiribûn û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bersivê dabû hêrişan. Piştî bersivdayîna HSDê komên çekdar neçar mabûn û vekişiyabûn, lê belê koman, şeva înê careke din bi topan hêrişî rojhilatê Dêrezorê kiribûn.
HSDê ragihand ku di topbaranên komên çekdar ên girêdayî rejîma Sûriyeyê û Îranê de heta niha 11 sivîlan canê xwe ji dest dane û 5 sivîl jî birîndar bûne.
Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê jî bi daxuyaniyeke nivîskî daneyên şer belav kirin.
25 çekdar hatin kuştin
Meclisê diyar kir ku di encama bersivdayîna hêrişan de 25 çekdarên komên Dîfa El Weteniyê û çekdarên din ên komên girêdayî rejîma Sûriyeyê hatine kuştin.
Meclisa Leşkerî diyar kir ku di hêrişên çekdaran de 2 şervanan jî canê xwe ji dest dane.
Meclîsê ragihand ku komên çekdar bi awayekî ketober hêrişî sivîlan kirine û got ku “Êriş bê bersiv namînin.”
Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê li ser armanca êrişan jî wiha got: “Aşkere ye ku armanca sereke ya van hêrişan kontrolkirina herêmê û derxistina fitneyê ye. Dixwazin dîsa herêmê veguherînên gola xwînê. Komên çekdar ên girêdayî rejîma Sûriyeyê û komên wê yên Dîfa El Weteniyê rasterast malên sivîlan kirin armanc.”
“Bê bersiv namînin”
Meclîsa leşkerî diyar kir ku ew de heyfa şervan û sivîlan hilînin û li pey çû:
“Em soz didin em dê bi hemû hêza xwe erkê xwe ya parastina gelê xwe û herêmên xwe ji êrişan bidomînin.
Komkujî dê bê bersiv nemînin. Em dê mafên xwe yê parastina rewa bi kar bînin ku di hemû qanûn û zagonên navneteweyî de hatine diyarkirin.
Ev êriş dikevin xizmeta rêxistina DAIŞa terorîst ku li derfetekê digere da ku xwe zindî bike û terora xwe li herêmê belav bike.”
Meclîsa Leşkerî herwiha ragihand ku gelê Dêrezorê piştgirî daye wan û spasiya meqûl û rûspiyan kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin