Efrîn: Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê li ser dukanên Kurdan bi hev ketin

30 June 2024 20:52 0 dîtin
Efrîn: Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê li ser dukanên Kurdan bi hev ketin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku di navbera du komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê de pevçûn derketiye.  

Jêderên ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ragihandin ku li Efrîna ku di bin dagirkeriya komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê ne de, di navbera du komên çekdar de şer derketiye.

Jêderan ji Rûdawê re ragihand ku şer û pevçûnên di navbera komên çekdar de li navçeya pîşesaziyê ya Efrînê rû daye.

Hat destnîşankirin ku çekdarên Tevgera Ehrar el-Şamê û çekdarên bajarokê Heyanê bi hev ketine.

Heman jêderan dane zanîn ku şer li ser dikanên Kurdan ên ku koman dest danîbûn serê derketiye, di encama şer de herî kêm 3 çekdar birîndar bûne û yên birîndar rakirine nexweşxaneyeke Efrînê.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirk û komên çekdar ên girêdayî wê, di 20ê Mijdara 2018an de ji asîman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh hêrişî Efrînê kirin.

Piştî vê hêrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê di 18ê Adara 2018an de ket destê artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar.

Piştî dagirkirinê, bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rêyên koçberiyê.

Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê heta niha; girtin, binpêkirina mafên mirovan ên wekî dizî, talan, tecawuz, kuştin, birîndarkirin, revandin û skenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.

Rêxistinên mafê mirovan ên xwecihî û navneteweyî ji sala 2018an vir ve gelek caran di raporên xwe de dane zanîn ku çekdarên van komên girêdayî dewleta Tirkiyeyê xelkê Efrînê direvînin û bi zorê dest datînin ser mal û milkên wan.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê beriya demekê bi daxuyaniyekê ragihand ku rêxistinên Qeter û Kuweytê tevî Tirkiyeyê demografiya Efrînê diguherinin. Rêveberiya Xweser bang li rêxistinên mirovî yên mafên mirovan û civaka navneteweyî kiribû ku rê li ber wan pêkanînên neyasayî bigirin.

Ji aliyê din ve Wezareta Gencîneyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî, di Tebaxa 2023yan de, ji ber binpêkirinên mafên mirovan, guvaşan bi ser Lîwaya Silêman Şah û Firqeya Hemzeyê de sepandibû.