Di êrîsa li Sûriyeyê de 14 polîsan jiyana xwe ji dest dan

26 December 2024 11:05 0 dîtin
Di êrîsa li Sûriyeyê de 14 polîsan jiyana xwe ji dest dan

PeyamaKurd – Doh li bajarê Humsê yê Sûriyê xwepêşandan zêde bûn, bi şev li bajêr qedexeya derketina derve hat ragihandin û 14 polîsên ku hat ragihandin li gundewarên Tartûsê ketine "kemînê" jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniya wezîrê navxwe yê rêveberiya nû ya Sûriyê ku bi şev li ser Telegramê daye, di êrişa ku tê gotin ji aliyê “bermahiyên” hikûmeta Esed ve hatiye kirin, 10 polîs birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku wê li dijî "kesên ku diwêrin ewlekariya Sûriyeyê û jiyana welatiyan tehdîd bikin" tedbîrên tund bên girtin. Li gorî nûçeya di çapemeniya dewleta Sûriyeyê de cih girt, beriya êrîşê demekê li bajarê Humsê bi şev qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Niştecihên bajêr diyar kirin ku xwepêşandan ji aliyê kêmîneya Nuseyrî û pêkhateyên şîe yên li welat ve hatine organîzekirin.

Reuters nekariye piştrast bike ka çima xwepêşandan destpê kirin, xwepêşanderan çi daxwaz dikirin, an jî di dema xwepêşandanan de çi bûyer qewimîn. Hin niştecihên Humsê diyar kirin ku xwenîşandan ji ber tundiya li dijî kêmîneya Nuseyrî ku Beşar Esed ku di 8ê Kanûna Duyem de ji desthilatê hatibû rûxandin, destpê kir û ji ber berdewamiya fişara li ser kêmîneyê. Rêveberiya Sûriyê ya nû, ku Heyet Tehrîr el-Şam (HTS) serdest e, di dema nivîsandinê de bersiv neda pirsên derbarê qedexeya derketina derve.