Êrîsa Îsraîlê ya li ser konên Filistîniyan: 40 kesan jiyana xwe ji dest dan!

27 May 2024 11:39 0 dîtin
Êrîsa Îsraîlê ya li ser konên Filistîniyan: 40 kesan jiyana xwe ji dest dan!

PeyamaKurd – Di êrîşa artêşa Îsraîlê ya li ser konên Filistîniyên koçkirî yên li bajarê Refahê ya li Şerîda Xezzeyê de ku Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (ICJ) biryara rawestandina êrîşan da, herî kêm 40 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor nüçeya ajansa nûçeyan a Filistînê WAFAyê, balafirên şer ên Îsraîlê konên Filistîniyên ku ji cih û warên xwe bûne ku li nêzî herêma ku embarên Ajansa Alîkarî û Xebatê ya ji bo Penaberên Filistînê (UNRWA) li bakurê rojavayê Refahê ne, bombebaran kirin.

Di êrîşê de herî kêm 40 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan

Di daxuyanîya ku ji aliyê Heyva Sor a Filistînê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku ekîbên tenduristiyê cenazeyên gelek Filistîniyên ku di nav wan de jin û zarok jî hene û birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Şahidên bûyerê derbarê rewşê de ev agahî dan:

"Ji ber bombebarana artêşa Îsraîlê, gelek konên li kampê hatin rûxandin û şewitandin. Ev kamp ne li herêma ku artêşa Îsraîlê dixwaze li bajarê Refahê ku bi hezaran Filistîniyên ku ji cih û warên xwe bûne, vala bikin cih digire."

Şahidan diyar kirin ku balafirên şer ên Îsraîlê herî kêm bi 8 roketan êrîşî kampê kirine.