Boko Haramê dîsa hêris kir: 20 kes hatin kustin

10 June 2024 12:33 0 dîtin
Boko Haramê dîsa hêris kir: 20 kes hatin kustin

PeyamaKurd - Li parêzgeha Nîgerê ya Nîjeryayê di hêrişa Boko Haramê de herî kêm 20 kes hatin kuştin.

Li gorî çapemaniya Nîjeryayê, çekdarên Boko Haramê hêrişî herêma Shiroroyê ya parêzgeha Nîgerê kir.

Di vê hêrişê de 20 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn, lê belê hejmara vêbrîndaran nehate hînbûn.

Boko Haram ji destpêka salên 2000î ve li Nîjeryayê çalakiyên terorê pêk tîne.

Ji 2009an û bi vir ve di hêrişên Boko Haramê de herî kêm 20 hezar kes hatine kuştin.

Boko Haramê ji 2015an ve li Kamerun, Çad û Nîjerê jî gelek hêriş pêk anîne.

Di hêrişên wê yên li Kortala Gola Çadê de herî kêm 2 hezar kes hatine kuştin.