HSD: Saneyeke DAISê hate têkbirin û 2 endamên wê hatin girtin
PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî wê di encama operasyoneke li Şedadê 2 endamên DAIŞê girtine.
Navenda Ragihandinê ya HSDê li ser operasyona TOLê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Hat diyarkirin ku hêzên TOLê yên HSDê operasyoneke ewlehiyê pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku operasyon, li bajarokê Sifiyanê yê bajarê Şedadê yê li başûr-rojhilatê Hesekê pêk hatiye.
HSDê diyar kir ku di operasyonê de DAIŞiyên bi navên Îsa Mihemed Heshas (Ebû Hemze) û Ebdulah Mihemed Heshas (Ebû Omer) hatine girtin.
Li gorî daxuyaniyê, şaneyeke DAIŞê ku çalakiyên terorîstî pêk anîye, ji holê hatiye rakirin.
Di daxuyaniyê de her wiha hate ragihandin ku hêzên TOLê dest daniye ser çek û cebilxaneya vê şaneya DAIŞê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin