Li Kerkûkê endamên saneyeke vesartî ya DAISê hatin girtin
PeyamaKurd – Li Kerkûkê, şaneyeke veşartî ya rêxistina terorîst a DAIŞê hate girtin.
Li gor berdevkê rêveberiya polîsê Kerkûkê Amir Nûrî diyar kiriye: ‘‘Şaneya veşartî ya DAIŞê, ji 7 kesan pêk dihat û ji aliyê hêzên îstixbarat û fermandariya operasyonên Kerkûkê ve hatin girtin.’’
Amir Nûrî daye zanîn, endamên şaneya veşartî ya DAIŞê do di 13.04.2021ê de hatin girtin.
Piştî Xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an, dagirkirina Kerkûkê ji aliyê milîsên Heşdî Şeibî ve, çekdarên DAIŞê li wî sînorê dest bi tevgerê kirin û rêxistinkirina şane û komên terorîstî kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin