Li Kerkûkê saneyeke razayî ya DAISê hat hilwesandin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li nav sînorê parêzgeha Kerkûkê, di encama operasyoneke ewlehiyê de, şaneyeke razayî ya terorîstên DAIŞê hatiye hilweşandin û 3 çekdarên DAIŞê jî hatine desteserkirin.
Li gorî daxuyaniya Ajansa Îstixbarat û Lêkolînê ya Federal a Iraqê, 3 terorîst hatine desteserkirin ku li nav sînorê Kerkûkê weke şaneya razayî ya DAIŞê dixebitîn.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ew her sê kes li gor hukmên yasaya terorê hatine desteserkirin û kesên desterserkirî li xwe mikur hatine ku li navçeya Hewîce ya Kerkûkê çalakiyên çekdarî li dijî hêzên ewlehiyê pêk anîne.
Herwiha hat eşkerekirin ku yek ji wan kesên desteserkirî, di destpêka 2015an de beşdarî êrîşên DAIŞê yên bi ser bajarê Kerkûkê de bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin