Kerkûk | 3 saneyên razayî yên DAISê hatin hilwesandin

13 August 2019 20:31 0 dîtin
Kerkûk | 3 saneyên razayî yên DAISê hatin hilwesandin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li Kerkûkê 3 şaneyên nivîstî li bajarokê Hewîce hatine hilweşandin û emîrekî DAIŞê jî hatiye desteserkirin.

Wezareta Bergîriyê ya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên ewlehiyê di operasyonekê de 3 şaneyên razayî yên DAIŞê li bajarokê Hewîceyê hilweşandine û emîrekî DAIŞê jî desteser kirine.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, şaneyên razayî yên DAIŞê li xwe mikur hatine ku bombe çandine û hevkariya darayî bi malbatên DAIŞê re li Kerkûkê kirine.

Ev demek e DAIŞ li sînorê çend bajarên Iraqê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dest bi êrîşên ser hêzên Iraqî û revandina xelkê sivîl kiriye ku ji ber nebûna hêzên Pêşmerge li navçeyên Kurdistanî valahiya ewlehiyê çêbûye û çekdarên DAIŞê jî ji wê derfet dibînin êrîşan bikin.