Li Kerkûkê gelek stargehên DAISê hatin bombebarankirin
PeyamaKurd – Di dema ku gelek xalên derdora Kerkûkê ku ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve weke stargeh dihatin bikaranîn, ji aliyê hêzên hewayî yên Iraqê ve hatin hedefgirtin, ji ber bombebaranan li hin xalan şewat derket.
Li gor zanyariyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatine wergirtin, şeva 22ê Cotmeha 2024ê balafirên şer ên Iraqê li devera “Cebel Borî” ya parêzgeha Kerkûkê, gelek baregehên DAIŞê bombebaran kirin.
Hate ragihandin ku ew xalên ku hatine armanckirin ji aliyê DAIŞê ve "ji bo çêkirin û veşartina metirsiyê li ser ewlekarî û aramiya Kerkûkê" hatine bikaranîn.
Welatiyên herêmê diyar kirin ku ji ber bombebaranê dengên teqînên dijwar li herêma Cebel Borî ya Kerkûkê hatine bihîstin û li gelek cihan şewat derketiye.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî di daxuyaniya xwe ya roja Sêşemê 22ê Cotmeha 2024ê de ragihand ku waliyê Iraqê û 8 serkirdeyên payebilind ên DAIŞê li çiyayê Hemrînê li başûrê Kerkûkê hatine kuştin.
Sûdanî got, "Berpirsên DAIŞê ku xwe di penagehekê de li zincîre çiyayê Hemrînê vedişêrin, di operasyoneke bêhempa û qehremanî de hatin kuştin ku ji aliyê ajansên dije-terorê û ewlekariya niştimanî di bin çavdêriya operasyonên hevbeş de pêk hat."
Sûdanî balkişand li ser wê yekê ku cihê terorîstan li Iraqê nemaye, Sûdanî got, "Em ê heta cihên xwe yên veşartî bişopînin û wan ji nav bibin heta ku em axa Iraqê ji wan paqij bikin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin