Li rojavayê Kerkûkê 3 stargehên terorîstên DAISê hatin jinavbirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 3yê Gulanê hêzên Iraqê li rojavayê parêzgeha Kerkûkê bi ser 3 binkeyên xweveşartina terorîstên DAIŞê de girtin û ew cihên teqemenî û çek jî tê de hebûn ji nav birin.
Berdevkê polîsê federal ê Iraqê Lîwa Enwer Ebas ragihandiye ku polîsê federal ê Iraqê bi hemahengiya îstixbarata Iraqê helmeteke lêgerîn û kontrolê li dolên Zexyetûn û Ebûxencer û Kerhe Kazan a ser bi nehiyeya Reşad a li rojavayê parêzgeha Kerkûkê daye destpêkirin û di encamê 3 binkeyên çekdarên DAIŞê hatine dîtin.
Herwiha hat diyarkirin ku di nav wan binkeyan de 4 çekên Katoşa, niwîn, cilûberk û amûrên xwarin çêkirinê û pêdiviyên bijîşkî jî hebûne ku ew binke hatine jinavbirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin