Li Kerkûkê 5 stargehên DAISê hatin ruxandin

05 August 2020 20:20 0 dîtin
Li Kerkûkê 5 stargehên DAISê hatin ruxandin

PeyamaKurd  - Hat ragihandin ku li bajarê Kerkûkê di encama operasyonekê de, 5 stargeh û cebilxaneyên terorîstên DAIŞê hatine ruxandin ku ew der ji aliyê DAIŞiyên li deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Kurdistanê ve dihatin bikaranîn.

Tora Ragihandina Îstixbarata Iraqê ragihand, 5 stargehên DAIŞê li Kerkûkê hatine tespîtkirin û di encama operasyonekê de hatine ruxandin.

Hat diyarkirin ku Polîsê Federalî yê Îstixbarî li ser giliyên welatiyan ew operasyon li çend gund û deverên cuda encam daye.

Herwiha di operasyonê de gelek cebilxane hatine bidestxistin û tunelek jî li navçeya Riyaz a Kerkûkê hatiye dîtin û ruxandin.