Li Kerkûkê operasyona DAISê: 3 berpirs hatin kustin

14 November 2023 19:27 0 dîtin
Li Kerkûkê operasyona DAISê: 3 berpirs hatin kustin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku piştî şerekî çend seatan di navbera hêzên Iraqê û çekdarên DAIŞê de, 3 berpirsên diyar ên DAIŞê li Kerkûkê hatin kuştin.

Berdevkê Fermandeya Giştî ya Hêzên Çekdar a Iraqê Yehya Resul ragihand: "Dezgeha Dijeterorê li Wadî Zexîtunê li sînorê parêzgeha Kerkûkê operasyonek li dijî DAIŞê kir, di encamê de sê çekdarên DAIŞê hatin kuştin, ku yek ji wan berpirsê kertê Riyazê bû û yekê din jî berpirsê aborî yê DAIŞê bû."

Resûl got: "Yek ji çekdarên DAIŞê bi alîkariya balafirên şer hat kuştin. Tawanbarê duyam jî piştî dorpêçkirinê xwe bi şûtika bombekirî teqand. Yê sêyemîn jî ku çend narincok pê re bûn di xaniyekî berdayî ve rûbirûyî hêzên ewlehiyê bû lê li dawiyê ew jî hat kuştin."

Çavkaniyeke ewlehiyê jî daye xuyakini, wan piştî pevçûneke dirêj ew berpirsên DAIŞê kuştine,  şer 6 saetan dom kiriye û karmendekî Dijeterorê jî hatiye kuştin û du kesên din jî birîndar bûne.