Li Kerkûkê operasyona DAISê: 10 kes hatin desteserkirin

22 March 2023 20:49 0 dîtin
Li Kerkûkê operasyona DAISê: 10 kes hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama rêzeoperasyonên dijî rêxistina terorîst DAIŞê de, 10 endamên rêxistinê hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya îro 22yê Adarê ya Tora Ragihandina Medyayî ya Ewlehiya Iraqê, operasyonên li ser DAIŞê yên dorûbera parêzgeha Kerkûkê ji aliyê Saziya Îstixbarî û Lêpirsînan a girêdayî Wezareta Navxwe ve hatine encamdan.

Hat diyarkirin ku di encama wan operasyonan de,10 terorîstên DAIŞê hatine desteserkirin ku di hejmarek êrîşên bombeyî de cî girtibûn.