Operasyona DAISê li 23 parêzgehan: 119 kes hatin desteserkirin

30 August 2024 11:05 0 dîtin
Operasyona DAISê li 23 parêzgehan: 119 kes hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya ragihand ku di operasyonên ku li 23 parêzgehan li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê berdewam dikin de 119 gumanbar hatin girtin.

Alî Yerlîkaya di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir ku di 5 rojan da li Enqere û Stenbolê di nav wan da li 23 parêzgehan operasyonên "Gürz-10" hatin lidarxistin.

Yerlikaya bal kişand ku operasyon ji aliyê midûriyetên emniyetê yên parêzgehê va di bin kordînasyona Midûriyeta Giştî ya Îstixbarata Ewlehiyê û Midûriyeta Têkoşîna Dijî Terorê da hatin kirin û diyar kir ku di operasyonan da 119 şikbar hatin girtin.

Yerlikaya polêsên ku beşdarî operasyonan bûne pîroz kir û wiha got: "Ez dixwazim miletê me yê ezîz zanibe ku heta terorîstê dawî bê berterefkirin em ê bi dua û piştgiriya we bê teredut têbikoşin."