Li 8 parêzgehan operasyona DAISê: 11 kes hatin girtin

07 May 2024 12:01 0 dîtin
Li 8 parêzgehan operasyona DAISê: 11 kes hatin girtin

PeyamaKurd – Ji 15 gumanbarên ku di operasyona DAIŞê ya ku li 8 parêzgehên ku navenda wê Mêrsînê ye hatin kirin de 11 kes hatin girtin.

Di xebatên ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê yên ji bo teşhîrkirin û pêşîgirtina li fealiyetên DAIŞê da 15 gumanbarên ku rêxistina terorê fînanse dikirin hatin tespîtkirin.

Gumanbar di operasyonên hemwext ên ku li Mêrsîn, Edene, Enqere, Diyarbekir, Stenbol, Osmaniye, Yozgat û Erziromê bi kordînasyona Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê hatin kirin de hatin girtin.

Di lêgerîna li navnîşanan de 1 çek, 2 fîşekên vala, 795 fîşekên çekan, 9 weşanên qedexekirî û gelek belge hatin bidestxistin.

15 gumanbarên ku karên wan ên li cendirmeyê temam bûn sewqî edliyeyê hatin kirin.

Ji gumanbaran 11 kes hatin girtin û şandin girtîgehê, 2 kes jî hepsa malê hatin girtin. 2 gumanbarên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.