Li Dêrazorê operasyona DAISê: 11 kes hatin girtin
PeyamaKurd – Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê ku di bin banê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye, operasyonek li dijî şaneyên DAIŞê pêk anî û 11 DAIŞê hatin girtin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku piştî aloziya li tevahiya Suriyeyê belav bûye, bi armanca pêşîgirtina liv û tevgera şaneyên DAIŞê û ewlekariya herêmê hêzên wan li navenda bajarê Dêrazorê û derdora wê li dijî şaneyên DAIŞê operasyon pêk anîne.
Hate diyarkirin ku piştî hêzên HSDê li bajar bicih bûne, li dijî şaneyên DAIŞê operasyon dane destpêkirin.
Di operasyona ku duh pêk hat de, 11 çekdarên DAIŞê hatin girtin û gelek çek û cebilxane jî hatin bidestxistin. Hate ragihandin ku li herêmê tedbîrên ewlekariyê têne zêdekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin