Operasyona DAISê li 8 parêzgehan: 24 berguman hatin girtin

23 March 2024 14:29 0 dîtin
Operasyona DAISê li 8 parêzgehan: 24 berguman hatin girtin

PeyamaKurd – Di operasyonên ku hemwext li 8 parêzgehan li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê hatin kirin de 24 gumanbar hatin girtin.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser platforma xwe ya medyaya civakî daxuyaniyek da.

Wezîr Yerlikaya diyar kir ku li Aksaray, Bolu, Dîlok, Stenbol, Kilis, Sakarya û Samsûnê bi kordînasyona Midûriyeta Giştî ya Îstixbarata Ewlehiyê û Midûriyeta Têkoşîna li Dijî Terorê ji teref Midûriyeta Polîsan a Parêzgehê ve operasyon hatin kirin. Wezîr Yerlikaya parve kir ku li Stenbolê 13, li Aksarayê 3 û li Boluyê 3 operasyon hatin kirin û diyar kir ku li Dîlokê 1, li Kilîsê 1, li Sakaryayê 2 û li Samsûnê jî 2 gumanbar hatin girtin.