Li Stenbolê operasyona li dijî DAISê: 48 gumanbar hatin girtin
PeyamaKurd – Li Stenbolê di operasyonên li dijî DEAŞa rêxistina terorê da 48 gumanbar hatin girtin.
Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê platforma Xê ya medyaya civakî de derbarê operasyonan de agahiyên berfireh dan.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat ragihandin di operasyonên "Bozdogan-21"ê yên ku li dijî DAIŞa rêxistina terorê hatin kirin de 48 gumanbar hatin girtin, bi taybetî kesên ku têkiliya wan bi kesên ku êrîşa çekdarî ya li Dêra Santa Maria ya Stenbolê hat kirin û kesên ku bi herêmên pevçûnan re di nava têkiliyê de bûn hatin desteserkirin.
Wezîr Yerlîkaya derbarê operasyonê de ev agahî parve kirin:
“Di encama xebatên ku Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Emniyetê ya Parêzgeha Stenbolê di kordînasyona Midûriyeta Giştî ya Îstixbarata Ewlehiyê û Midûriyeta Têkoşîna Dijî Terorê da meşandin, di êrîşa çekdarî ya ku li Dêra Santa Marîa ya li navçeya Sariyerê ya Stenbolê û herêmên pevçûnê pêk hat de 30 gumanbarên ku hat tesbîtkirin ku eleqeya wan bi kiryarên êrîşa çekdarî heye hatin girtin. Di encama lêkolînên ku ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Parêzgeha Enqereyê ve hatin kirin, "18 gumanbarên ku hat dîtin ku girêdayî rêxistina terorîst a DAIŞê ne, hatin girtin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin