Li Stenbolê 18 kes di çarçoveya operasyona li dijî DAISê de hatin desteserkirin

24 March 2021 12:00 0 dîtin
Li Stenbolê 18 kes di çarçoveya operasyona li dijî DAISê de hatin desteserkirin

PeyamaKurd –  Li Stenbolê, 18 kes bi tohmeta ku pêwendiya wan bi rêxistina terorîst DAIŞê re heye, hatin desteserkirin.

Li gor Rêveberiya Asayîşa Stenbolê diyar kir, tîmên antî-teror û îstîxbarata asayîşê demek bû hejmareke welatiyên biyanî xistibûn bin çavdêriyê ku guman dihat kirin pêwendiya wan li herêmên şer ên Iraq û Sûriyê bi rêxistina DAIŞê re hebe.

Li 10 navçeyan, di 15 navnîşanan de, operasyonek bo girtina gumanbaran hat kirin û ji wan, 16 kesên biyanî û 2 kesên hemwelatiyê Tirkiyê hatin desteserkirin.