Li Stenbolê 32 kes di çarçoveya operasyona li dijî DAISê de hatin desteserkirin

23 June 2021 10:28 0 dîtin
Li Stenbolê 32 kes di çarçoveya operasyona li dijî DAISê de hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Li Stenbolê, di operasyona li dijî DAIŞê de, 32 gumanbar hatin desteserkirin.

Tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê, di çarçoveya xebatên xwe yên tespîtkirin û deşîfrekirina kesên bi DAIŞ re ku pêwendiya wan heye û bi herêmên pevçûnê re têkildar in, navend Stenbol û parêzgehên Aydin û Sêwas jî di nav de li 39 navnîşanan operasyonên hevdem pêk anîn.

Li gor hat eşkerekirin, di encama operasyonên ku polîsên tevgera taybet jî beşdar bûne, 32 gumanbar hatine desteserkirin.

Herwiha lêpirsina kesên hatine desteserkirin berdewam e.