Li Stenbolê operasyona li dijî DAISê: 18 kes hatin girtin
PeyamaKurd – Li Stenbolê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê, operasyonek li dijî DAIŞê pêk hat û di encamê de 18 kesên berguman hatin girtin.
Bi daxuyaniyekê polîsên Stenbolê diyar kirin, îro sibeha Şemiyê tîmên beşa Dije Teror a ser bi Rêveberiya Polîsê Stenbolê ve, operasyonek bo girtina çend çekdarên biyanî yên DAIŞê û hejmarek ji bergumanên ku alîkariya DAIŞê kirine pêk anîn.
Li gor zanyariyan, li 11 bajarokên Stenbolê, li 20 navnîşanan operasyon pêk hat.
Herwiha li gor zanyariyên berdest, di encama operasyonan de 18 bergumanên ku welatiyên Iraqê û ji Sûriyê di nav wan de hebûn û beşeke wan bi neyasayî ji Iraq û Sûriyê derbasî nav Tirkiyê bûne hatin girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin