Li Tetwanê qedexeya dema wê nediyar hat ragihandin

03 July 2022 23:48 0 dîtin
Li Tetwanê qedexeya dema wê nediyar hat ragihandin

PeyamaKurd – Bi hinceta destpêkirina operasyoneke leşkerî li dijî PKKê, li navçeya Tetwanê ya bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê li hejmarek gund û mezrayan qedexeya derketina derve û çûnûhatinê hat ragihandin.

Parêzgariya Bedlîsê ragihand, li gundên Sallica, Ozeklî, Teknecîk û mezrayên girêdayî van gundan yên navçeya Tetwanê operasyon hatiye destpêkirin û li herêma ku gund û mezra tê de ne, qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.  

Parêzgariyê di daxûyaniya xwe de, li ser dema bidawîbûna qedexeyê ti agahî nedan.