Li Tetwanê li 3 gund û mezrayên wan qedexeya derketina derve hat ragihandin
PeyamaKurd – Li navça Tetwana bi ser bajarê Bedlîsê li gundên bi navên Sallıca (Qancas), Özekli (Andevîn) û Teknecik û mezrayên wan qedexeya derketina derve hat ragihandin. Li gor ragihandina parêzgehê; qedexe di 20 ê temmûzê siet di 22.00 an de destpêdike û heya 22 yê temmûzê siet 23.45 an dê dewam bike. Sedema qedexeyê ji ber operasyona ser PKK ê ye.
Îzna derketin û çûna gundan di destê parêzgehê û hêzên asayîşê de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin