Li 9 gund û mezrayên wan qedexeya derketina derve hat danîn

11 September 2021 18:00 0 dîtin
Li 9 gund û mezrayên wan qedexeya derketina derve hat danîn

PeyamaKurd – Li Kuristana Bakûr li bajarê Bedlîsê bi sedema opreayona leşkerî li 9 gund û mezrayên wê qedexeya derketina derve hat ragihandin. Ragihandin ji aliyê parêzgeha Bedlîsê de hat kirin û qedexe wê heya fermanekî dinê dewam bike.

Gundên qedexe ji bo wan hatiye ragihandin, navên wan yên bi Trikî ev in: Ağaçpınar, Ayrancılar, Kaşıklı, Kayalıbağ, Karaca, Konalga, Yeşilsırt, Narlıdere, Tanrıyar û mezrayên wan.