Li Bedlîsê qedexeya derketina derve danîn ser 10 gundan

02 June 2021 22:53 0 dîtin
Li Bedlîsê qedexeya derketina derve danîn ser 10 gundan

PeyamaKurd – Li navçeya Tetwanê ya bi ser bajarê ser Bedlîsê, di nav sînorê navçeyê de bo 10 gund û mezrayan heya fermaneka dinê qedexeya derketina derve ji aliyê parêzgeha Bedlîsê de hat ragihandin.

Li gor ragihandina parêzgehê; qedexe di 2 yê hezîranê de siet ji 22.00 an destpêdike û heya fermaneka dinê dewam dike. Gund û mezrayên qedexeya derketina derve bo wan hatiye dayîn ev in:

Gundên Kuşluca, Üçtepe, Karaçalı, Çavuşlar, Üzümlü, Sungurlu, Külbastı, Anadere, Ulusoy, Ekindüzü û mezrayên wan. Navên wan yên bi Kurdî nehatin ragihandin.