Xwediyê Pîne Kafeyê bi cezayê hebsa malê hat cezakirin û qedexeya derketina derveyê welat jê re danîn

31 May 2024 21:03 0 dîtin
Xwediyê Pîne Kafeyê bi cezayê hebsa malê hat cezakirin û qedexeya derketina derveyê welat jê re danîn

PeyamaKurd – Çend roje xwediyê Pîne Kafê ya li Diyarbekirê yê ku bi sedema di kafa xwe de xizmetê bi zimanê Kurmancî dikir Ramazan Şimşek ji aliyê asayîşa Diyarbekirê de ji aliyê beşa TEMê de hatibû desteserkirin, serbest hat berdan. Şimşek bi sedema ‘propoganda rêxistinê kiriye’ di nav 2 rojan de tîmên TEMê îfadê wî sitendin û şandin ber dozger û ji wê derê şandin ber dadger.

Dafdgehê yekser cezayê hebsa malê da Ramazan Şimşek û derketina wî ya derveyê welat hat qedexekirin. Ramazan Şimşek ji bo Rûdawê li ser mijarê weha gotiye:

“Pêşwazîkirin, sîparîş û danîna têkiliyan bi Kurmancî tên kirin. Kesên bi Kurmancî nizanin jî tên kafa me. Ew jî daxwazên xwe bi zimanê xwe dibêjin lê em bi Kurmancî bersiva wan didin. Kesên bi Kurmancî nizanin jî tên kafa me. Bila werin. Bila Kurdî hîn bibin.”

Di medya civakî de gotin ku ‘di vê kafê de Kurmancî qedexe ye’ û kirin hedefa polîs û dewletê.