Li 3 gundên Hîzan a Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin
PeyamaKurd – Parêzgeha Bedlîsê ragihand ku wê li çend gundên navça Hîzanê derketina derve an çûna wan gund û mezrayan ji îşev an ku 14.07.2022 siet ji 00.30 an heya 16 ê temmûzê siet 20.00 an li 3 gund û mezrayên wan qedexeya derketina derve dê bê ragihandin.
Gundên ku qedexe lê bê ragihandin Xalapûr (Yolbilen), Kekolan (Çalışkanlar) û Yaylacık e û mezrayên wan jî di nav wan de ne. Qedexe bi sedema operasyonên ser PKK ê ne.
Çûn û hatina wan gund û mezrayên wan bi îzna parêzgehê ve dê bê girêdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin