Ji bo 9 hevserokên saredariyan qedexeya derketina derveyê Tirkiyê hat danîn
PeyamaKurd – Berpirsê DEM Partiyê yê ji rêvebiriyên xwecîh û hem hevserokê DEM Partiyê Mehmet Rüştü Tiryaki,li ser ku tevî biryara dadgehê tine qede^xeyê danîne ser pasaportên 9 şaredarên DEM Partiyê daxwuyanî da û got:
“Ji bo neçin derveyê Tirkiyê û li çavkaniyan negerin û têkiliyên wan yên navdewletî nebin, qedexeyê danîne ji bo çûna gelek hevserokê şiaredariyên me. Rêvebiriya asayîşa giştî ya Tirkiyê bê ku biryara dadgehê hebe tedbîrê daniye ser pasaportên 9 şaredarên me.”
Tiryakî ragihandina xwe di civîna çapemeniyê de kir û weha dewam kir:
“Ji bo AKPê sînorê xerabiyê tine. Ji bo hevserokên şaredariyên me neçin derve, destek û pere neynin, têkiliyên navdewletî daneynin,din av şaredariyên din de pira biratiyê daneynin, qedxeyê danîn ser çûna wan ya derve. Biryara dadgehê tine lê wezareta karên huındir qedexê daniye. Rewşa awarte dewam dike.”
Tiryaki got ku ji dahatên şaredariyên DEM Partiyê pere dibirin. Şaredariyan xistine binê deynan. Nahêlin kar bikin û sedem jî tedbîrên aborî yên hukumetê ne.
Hevserokên şaredariyan yên ku qedexe danîna ser çûna derveyê welat ev in:
Hevseroka şaredariya mezin ya Amedê Serra Bucak, şaredarê Dîcle Hacı Akengin, ya Peyasê Berivan Gülşen Sincar, yê Erxeniyê Şiyar Güldiken, yê Reza Siraç Çelik, ya Çinarê Semra Akyüz, ta Farqînê Sevim Biçici, yê Artûklûyê Mehmet Ali Amak, yê Akdenizê Hoşyar Sarıyıldız.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin