Li Sêrtê ku qeyûm lê hat tayînkirin 10 roj qedexeya derketina derve!
PeyamaKurd – Piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, li bajêr 10 rojan çalakiyên wekî kombûna li qadên vekirî, meş û daxuyaniyên çapemeniyê hatin qedexekirin.
6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredara Sêrtê ya DEM Partiyê Sofya Alagaş a ku bi îdiaya 'endamtiya rêxistina terorê' dihat darizandin hat birîn. Wezareta Karên Navxweyî ya Tirk piştî cezayê ku li Sofia Alagaş hat birîn, ragihand ku Walî Kemal Kizilkaya di saetên sibehê de weke qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin.
Polîsan destûr nedan Hevserok û endamên partiyê yên ku çûn pêşiya şaredariyê têkevin avahiyê. Koma kombûyî li ber Şaredariyê sekna xwe didomîne.
Walîtiya Sêrtê piştî tayînkirina qeyûman ragihand ku ji îro pê ve çalakiyên weke kombûn, meş û daxuyaniyên çapemeniyê yên li qadên vekirî yên li tevahiya bajêr ji bo 10 rojan hatin qedexekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin