Li Sêrtê qedexeya derketina derve hat ragihandin

05 June 2020 10:38 0 dîtin
Li Sêrtê qedexeya derketina derve hat ragihandin

PeyamaKurd - Li bajarê Sêrtê bi hinceta operasyonên li dijî PKKê qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Walîtiya Sêrtê, li 4 mezrik û taxekê Sêrtê heta briyareke din qedexeya derketina derve ragihandiye.

Walîtiya Sêrtê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandiye ku, ji ber ku li herêmê operasyon têne kirin li taxên Gumuşkaş a Hawêlê, li Mezrikên Umutlu û Bimegol heta fermaneke din derketina derve hatiye qedexekirin.

Walîtiya Sêrtê di daxuyaniya xwe de ragihandiye, li cihên ku qedexe lê hatiye ragihandin, dê li dijî PKKê operasyon bihê destpêkirin.

Di heman demê hêzên leşkerî û ewlehiyê yên Tirkiyê li herêmê hatine belavkirin û ligel wê helîkopterên leşkerî yên artêşa Tirkiyê jî li esmanê herêmê digerin.