Li Iraq û Herêma Kurdistanê wê qedexeya derketina derve were ragihandin

11 November 2024 08:46 0 dîtin
Li Iraq û Herêma Kurdistanê wê qedexeya derketina derve were ragihandin

PeyamaKurd – Di 20 û 21ê Mijdarê de li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê qedexeya derketina derve tê pêkanîn.

Hat ragihandin ku ji ber serjimêriya giştî ya nifûsê ya ku tê plankirin li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê bê kirin, wê 2 rojan qedexeya derketina derve were sepandin.

Berdevkê Fermandeya Operasyonên Hevbeş a Iraqê Tehsîn Hefacî di daxuyaniya xwe ya îro 10.11.2024ê de ragihand, hêzên ewlehiyê planeke taybet ji bo her du rojên serjimêriyê amade kirine.

Hefacî diyar kir ku wê di 20 û 21ê Mijdarê de li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê qedexeya derketina derve hebe û diyar kir ku li ser hêzên ser bi erkê xwe agahîyên tam dane serjimariyan.

Tehsîn Hefacî diyar kir ku kesên ku piştgiriya berpirsên serjimêriyê dikin hemahengiyeke bihêz li gel Herêma Kurdistanê heye.

Berdevka Wezareta Plandanînê ya Iraqê Ebdulzehra Hindawî di daxuyaniya xwe ya pêr de wiha gotibû:

“Lijneya Ragihandin û Çapemeniyê 3 roj berê lînka elektronîk ragihand ku ji bo rojnamegerên hemû saziyên çapemeniyê heta 20’ê Mijdarê tijî bikin. Ew ê di dema qedexeya derketina derve de wezîfeyên xwe bidomînin."

Li Iraq û Herêma Kurdistanê piştî 26 salan yekem serjimêriya giştî tê plankirin ku di 20ê Mijdara 2024ê de were kirin.